Rêya Şirnex-Qilebanê hat girtin

Di navbera parêzgeha Şirnex û navçeya wê Qilebanê de ji ber barana zêde asta çem bilind bû û rêya Şirnex-Qilebanê hat girtin.

19.03.2024, Sal - 17:07

Rêya Şirnex-Qilebanê hat girtin
Nuçe Belav bike

Otomobîlên ku asê mabûn hatin rizgarkirin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, îro berf û baran dibarin.

Li parêzgeha Şirnexê piştî barana gur asta çemê di navbera Şirnex û Qilebanê de bilind bû.

Li nêzîk pirên Uludere 3 û Uludere 5 rê ji hatûçûnê re hat girtin.

Di navbera her du piran de hejmarek otomobîl asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Otomobîl bi alîkariya makîneyên kar û kepçeyan hatin rizgarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x