Zaroka ku li Semsûrê hatî revandin li Rihayê hat dîtin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê keçeke 4 salî ya bi navê Hele Oso ya xelkê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê kesekî nenas ve hate revandin. Kêliyên dema revandin wê keça 4 salî ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve kêlî bi kêlî hatine tomar kirin û bi saya wan dîman li parêzgeha Rihayê hat dîtin.

18.01.2023, Çar - 10:32

Zaroka ku li Semsûrê hatî revandin li Rihayê hat dîtin
Nuçe Belav bike

Duh Sêşemê saet derdora 13.00 li Taxa Babaros Hayrettin a Semsûrê keçeke 4 salî bi navê Hele Uso ku nasnameya malbata wê ya Sûriyê ye, dema li kuçeyê dilîst ji aliyê kesekî ve hat revandin. Dîmenên keliyên ku ew zarok ji aliyê kesekî ve tê revandin bi kamerayên çavdêriyê kêlî bi kêlî hatin tomarkirin.

Dema ku Hele Oso ya li kuçeyê dilîst, venegeriya malê, dayika wê Lemiya Şêxo li derdorê lê geriya, lê belê dema zarok nehat dîtin welatiyên taxê polîs ji bûyerê agahdar kirin. Ekîbên polîsan li dîmenên kamerayên ewlehiyê yên kolanê temaşe kirin.

Di dîmenên kamerayan de tê dîtin ku kesekî 30-35 salî li kolanê bi zarokê re diaxive, xwe nêzîkî wê dike û piştî demekê zarokê dixapîne û destê wê digire û ji kolanê dûr dikeve.

Bavê Hele Oso, Ahmet Oso got: “Ez çûm min zarokê xwe yê biçûk ji dibistanê anî û ez hatim mal min dît hevjîna min li kolanê digere, min got çi bûye? got, keça me wenda ye. Em li van kolanên piştê hemûyan geriyan me ne dît, ez hatim cem çawîş Huseyn min jê pirsî got keçik ne hatiye. Piştre ez bi çawîş re çûm wî telefonî polîsan kir. Polîs hatin li kamerayan nêrîn û gotin zilamek hatiye destê wê girtiye û biriye.”

Dayîka wê Lemiya Şêxo jî gotibû: “Ez bang li kesê ku zaroka min revand dikim. Keça min vegerînin. Ez tenê dixwazim wê vegerînim, ez tiştekî din naxwazim.”

Hat zanîn ku Hele Uso îro li parêzgeha Rihayê bi saya kamerayên çavdêriyê hatiye dîtin û rewşa wê başe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:51:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x