Bi çavdêriya Serok Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Kitêban li Hewlêrê tê vekirin

Bi çavdêriya Serok Barzanî, gera 16ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Kitêban tê vekirin.

17.04.2024, Çar - 09:22

Bi çavdêriya Serok Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Kitêban li Hewlêrê tê vekirin
Nuçe Belav bike

Bi çavdêriya Serok Barzanî, îro (Çarşem, 17ê Nîsana 2024ê) gera 16ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Kitêban tê vekirin, ku 300 dezgehên çap û weşanê yên navxweyî, Îraqî û biyanî tevlî wê bûne, û 10 rojan berdewam dibe.

Gera 16ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Kitêban ji îro heta 27ê vê mehê berdewam dibe, ku 300 dezgehên çapê û navendên weşanê ji 22 welatan tevlî wê bûne û yek milyon û 500 hezar navnîşanên cuda cuda yên kitêban pêşkêş dikin.

Navendên ku tevlî gera 16ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Kitêban bûne bi rêjeya sedi 50 daşkandin ji bo kitêban kiriye, lewma jî pêşbînî tê kirin ku îsal cuda ji salên borî hejmareke pîvankî ya serdanker û kitêbxwînan bê tomarkirin.

Ev pêşangeh her roj ji seet 10:00 ê sibehê heta 08:00 ê êvarê dê vekirî be.

Vî nûçeyê tevayî: 119 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:44:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x