DAIŞê li sînorê Silêmaniyê 2 ciwanên Kurd revandin

Çekdarên DAIŞê îro piştî nîvro li gundekî bajarokê Zinane yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve du şivanên Kurd revandin. Rêvebirê nahyeya Zinane dibêje, ew du welatiyên Kurd bi egereke zêde ji bo wergirtina pere hatine revandin.

16.01.2023, Pts - 06:00

DAIŞê li sînorê Silêmaniyê 2 ciwanên Kurd revandin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan duh nîvro çekdarên DAIŞê li gundê Qela yê nahyeya Zinane ya ser bi qezaya Kifrî ya parêzgeha Silêmaniyê, du welatiyên Kurd revandine.

Ehmed Ebdurehman niştecihekî gundê Qelayê ji Rûdawê re ragihand, “ew du ciwan şivan in û îro ajelên xwe ji bo çêrandinê birine derve, lê ji demjimêr 11:00 berî nîvro ve winda ne.”

Navê yekî Mihemed Hisên Elî û 16 salî ye û yê din navê wî Sebah Hesen û 20 salî ye, her du ciwan jî xelkê gundê Qelayê ne.

Ehmed Ebdurehman dibêje, çekdarên DAIŞê berê gulle berdabûne du şivanên din ên gund, û ew wiha dibînin ku her du şivan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin.

Bi gotina wî niştecihê gundê Qela, ev cara yekemîn e ku çekdarên DAIŞê xelkê gund direvînin.

Têkildarî bûyera windabûna wan du ciwanên Kurd, Rêvebirê Nahyeya Zinane, Wehab Ehmed ji Rûdawê re ragihand, malbat û xizmên wan her du şivanan ew ji bûyerê agahdar kirine û got, “ew çekdarên DAIŞê tenê bi armanca wergirtina pere xelkê direvînin.”

Sala bihorî jî çekdarên DAIŞê du şivanên din li gundê Dûracî yê li heman navçeyê revandibûn, paşê li hembere pere ew berdabûb. DAIŞê yek ji wan kesan li beramber 30 hezar dolarên Amerîkî û yê din jî li beramber 20 hezar dolarî azad kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x