Deriyê Sinor Xebûr nehatiye asêkirin!

Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de çûn û hatin asayî ye.

25.09.2017, Pts - 07:16

Deriyê Sinor Xebûr nehatiye asêkirin!
Nuçe Belav bike

Îro di medyaya Tirkiyê de hat ragihandin ku Li Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûnê dest pê kir û hikûmeta Tirkiyeyê jî lewma bi biryareke yekalî deriyê sînor ê Xêbûrê girt.

Li li gor nûçeya ku ajansa fermî ya Tirkiyê AA bidest xistine çûn û hatina bi deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de asayî ye.

Herwiha Wezîrê Bazîrganî û Gumrukê yê Tirkiyê Bulent Tufenkcî jî piştrast kir ku deriyê xebûr vekiriye lê tenê kontrol zêde kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1030 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:46:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x