Deriyê tomarkirina partî û namzetan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro tê vekirin

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê îro 8ê Hezîranê deriyê tomarkirina hevpeymanî, partî û namzedan ji bo beşdarîkirina di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de vedike.

08.06.2024, Cts - 10:31

Deriyê tomarkirina partî û namzetan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro tê vekirin
Nuçe Belav bike

Komîsyon ji îro 8 heta 13ê Hezîrana 2024an, deriyê tomarkirina hevpeymanî, partiyên siyasî, namzedên serbixwe û namzedên partiyan vedike.

Pêştir Berdevka Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xalayî ragihandibû, her partî yan jî kesek ku bixwaze beşdarî hilbijartinên Parlamentoya 2024an bibe, dikare serdana ofîsên komîsyonê yên li parêzgehan bike.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan roja 5'ê Îlonê ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye û ev pêşniyar bi fermî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandiye.

Her çend e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10ê Hezîrana 2024an ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê destnîşan kiribû, lê belê ji ber beşdarnebûna PDK û pêkhateyan, ji ber biryara Dadgeha Federal a ji bo betalkirina 11 kursiyên kutayê yên Parlamentoya Kurdistanê û “destêwerdana derve û amadekirina dîzayneke pêwext a hilbijartinê”, hilbijartin careke din hat pêşxistin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 715 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x