Fraksiyona PDKê: Hewlên YNKê ji bo cudakirina parêzgehekê ji Herêma Kurdistanê têk çûn

Piştî pesendkirina projeyasaya budceyê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di konferanseke rojnamevanî de, helwesta xwe derbarê hewlên cudakirina parêzgeheke Herêma Kurdistanê û pesendkirina bûdceyê aşkere kir.

12.06.2023, Pts - 06:04

Fraksiyona PDKê: Hewlên YNKê ji bo cudakirina parêzgehekê ji Herêma Kurdistanê têk çûn
Nuçe Belav bike

Di rûniştina roja şemiyê (10.06.2023) de hewl hat dayîn ku çend xalên li dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, parêzgeheke Herêmê bê cudakirin ku ji bilî fraksiyona YNKê, hemû aliyên Kurdistanî li dijî wê hewlê derketin.

Di daxuyaniya fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê de hat gotin, hemû hewlên YNKê ji bo gihandina ziyanê bi Herêma Kurdistanê bi ser neketin.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê tekezî li ser destûrîbûna Herêma Kurdistanê kir ku berhema xwîna şehîdan û gelek qurbaniyên Enfal û kîmyabaranê ye û got jî: ji bilî fraksiyona YNKê hemû alî li dijî van hewlên ku zirarê didin qewareya Herêma Kurdistanê rawestiyan.

Li gorî çavdêran, derketina yasaya budceyê di berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye, her çend e hemû daxwazên wan cîbicî nebûn jî, lê derxistina yasayê dê bibe sedema aramiya siyasî, aborî, ewlehî û geşbûna aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:31:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x