Haşim Haşimî: Nêçîrvan Barzanî wek Xizir bi leza jetan xwe gîhande herêma erdhejê

Siyasetmedarê Kurd Haşim Haşimî diyar kir ku Herêma Kurdistanê beriya her kesî gihîştiye herêma erdhejê lê çapemeniya Tirkiyê cih nedaye wê û got, “Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî wek Xizir bi leza jetan xwe gîhande herêma erdhejê.”

02.04.2023, Paz - 20:38

Haşim Haşimî: Nêçîrvan Barzanî wek Xizir bi leza jetan xwe gîhande herêma erdhejê
Nuçe Belav bike

Parlamenterê berê yê AKPê yê Amedê Haşim Haşimî îro Yekşemê 2ê Nîsana 2023an li Amedê di dema fitara ku da de axivî.

Haşimî da zanîn ku Herêma Kurdistanê di dema erdhejê de bi awayekî bilez hat alîkariya mexdûrên erdhejê û rexne li çapemeniya Tirkiyê kir ku bi başî cih nedaye vê yekê.

“Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji ya pêwîst zêdetir kir”

Haşimî di axaftina xwe de anî ziman, “Ez dixwazim balê bikişînim ser mijareke ku di çapemeniya me ya neteweyî de têra xwe cih negirt. Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal bi hemû sazî û dezgehên xwe di vê karesatê de weke destekî dostane ji ya pêwîst zêdetir kir.”

Haşim Haşimî diyar kir Serok Mesûd Barzanî serê sibeha şeva erdhejê telefonî wî kiriye û agahî jê wergirtiye û got, “Şêx Sîdad Barzanî serê sibê li ser navê rêberê xwezayî yê Kurdan Birêz Mesûd Barzanî bi dehan caran telefonî min kir û agahî wergirt. Wî li ser tiştên ku dikarin bikin bi me re nêrînên xwe guhertin.”

Haşimî her wiha anî ziman, “Piştî wê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serê sibehê 3-4 caran telefon kir û min ew agahdar kir. Wekî din me çi dît? Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçirvan Barzanî wek Xizir bi leza jetan xwe gîhande herêma erdhejê. Bawer bikin, dema ku bi dehan siyasetmedar li welatê min di xew de bûn, me hemûyan dît û temaşe kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî çi kir. Bi rojan bi hezaran ton alîkarî kirin. Tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê sînorê van xebatên alîkariyê zêdetir kirin.

“Ez li ser navê welatê xwe spasiyê dikim”

Haşim Haşimî di dawiya axaftina xwe de got, “Bi saya weqfa Rehîm Allah Şêx Mele Mistefa Barzanî heta roja îro jî van alîkariyan berdewam dikin. Îcar çima çapemeniya me ev destê dostaniyê ya ji bo mirovahiyê nedît? Ji ber ku ev yek nekirin, ez îro li vir behskirina wê weke erk û deyn dîbînim. Bi amadebûna we hemûyan, ez li ser navê xwe, li ser navê herêma xwe û li ser navê welatê xwe, ji bo helwestên Birêz Mesûd Barzanî, Şêx Sîdad, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî spasiya wan dikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:55:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x