Hêza Parastina Êzidxan a di bin fermandariya Heyder Şeşo de bi fermî tevlî Wezareta Pêşmerge bû. Di qonaxa yekemîn de ji 4 hezar pêşmergeyan navê hezarî di lîsteya Wezareta Pêşmerge de hat nivîsandin.
Li gorî zanyariyan, hejmara Hêza Parastina Êzidxan ji 4 hezar şervanan pêk tê. Ji ber vê yekê wergirtina tenê hezar kesan bû cihê rexneyê. Xidir Xalidê 34 salî yek ji wan şervanan e ku navê wî di lîsteya hezar kesî de nebûye û ragihand ku hê ji destpêka êrîşên DAIŞê ve ez di nav Hêza Parastina Êzidxanê de me. Bi çeka xwe şer dikim. Lê ji ber ez ne kesekî nêzîkî Heyder Şeşo bûm, navê min nehate nivîsandin.
Ji aliyê din ve fermandar Heyder Şeşo van îdîayan red dike û dibêje "Beriya êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê ez Endamê Civata Navendî ya YNKê bûm. Lê piştre weke kurdekî êzidî min berevanî kir. Ew kesên hatine derdora min kombûne jî ji bo parastina Şingalê û Êzidxanê hatine, ne ku ji bo endamtiya min a YNKê, yan aliyekê din."