Îro roja dawî ya kampanyaya emojiya Alaya Kurdistanê ye

Ciwanê Helebceyî Bokan Caf ji bo ku emojiya Alaya Kurdistanê li sîstemên klavyeyan were zêdekirin kampanyayek dabû destpêkirin ku îro roja dawî ya kampanyayê ye.

22.04.2024, Pts - 00:15

Îro roja dawî ya kampanyaya emojiya Alaya Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Rêkxerê kampanyayê Bokan Caf ji Kurdan xwestibû, ji ber ku Alaya Tacikistanê nêzîkî şêwaz û rengên Alaya Kurdistanê ye di şirove û parvekirinên xwe de Alaya Tacikistanê bi kar bînin.

Bokan Caf roja Newrozê 21ê Adarê dest bi kampanyayê kiribû û diyar kiribû ku dê kampanya heta 21ê Nîsanê berdewam bike.

Damezrînerê Google Crowdsource Bokan Cafê ku berê jî di zêdekirina zaraveyê Soranî ya Kurdî ya li Google Translate de rolekî girîng lîstibû, niha ji bo zêdekirina Alaya Kurdistanê ya di nav emojiyan de dest bi xebatan kir.

Bokan Caf ji Rûdawê re ragihandibû ku serkeftina kampanyayê girêdayî nêrîn û îradeya welatiyan e û bangî welatiyan kiribû ku di şirove û parvekirinên xwe de emojiya Alaya Tacikistanê bi kar bînin.

Karê Unicodeyê ku rêxistinek bêalî ye û armanc dike karûbarên nermalavê û kodkirinê gerdûnî bike, li zêdetirî 20 milyar cîhazan tê bi kar anîn. Emojî jî ji hêla vê kompanyayê ve têne çêkirin.

Emojiyên alayan bi gelemperî ji bo welatên serbixwe têne bikaranîn lê Bokan Caf destnîşan kir ku hin herêmên ku ne welatên serbixwe ne, wekî Giravên Faroeyê, Gronland û Antartîkayê xwedî emojî ne.

Bokan Caf da zanîn, emojiya Alaya Tacikistanê li ser torên civakî çi qas zêde were parvekirin, îhtimala çêkirina emojiya Alaya Kurdistanê jî dê zêdetir bibe.

Caf dabû zanîn ku ew dê amarên emojiyên Alaya Tacikistanê yên ku di navbera 21ê Adarê û 21ê Nîsanê de hatine parvekirin bi kompanyaya Unicodeyê re parve bikin.

Berê jî hewldanek ji bo zêdekirina emojiya Alaya Kurdistanê hebû lê amarên ku hatibûn şandin ji aliyê Unicodeyê ve nehatibûn qebûlkirin.

Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x