Xwediyên ofîs û şîrketên geştyariyê yên Zaxoyê dibêjin, rewşa karê wan di vê meha dawiya sala 2016ê de baştir bûye û rêjeya geşta bo Tirkiyê zêdetir bûye.
Xwediyê ofîseke geştyariyê li bajarê Zaxoyê Barzan Mihemed ragihand: “Pêştir me rojane 8 saetan kar dikir, lê belê niha ji ber zêdebûna daxwaza geştkirinê bo Tirkiyê û xweşbûna bazara kar, me dema karkirina xwe zêde kiriye û em niha 10 saetan dixebitin.”
Li gorî gotina xwediyên şîrketên geştyariyê, nêzîkbûna bêhnvedanên serê sala nû ya zayînî û herwiha hêsankariyên Tirkiyê bo dana vîzayê, sedemên zêdebûna rêjeya geşt û serdanên ber bi Tirkiyê ve ne.
Şîrketên geştyariyê dibêjin, ku di meha Kanûna 2016ê de rêjeya serdana bo Tirkiyê bi qasî 0 heta 5 zêdetir bûye.
Rêvebirê Liqa Zaxoyê ya Komeleya Şîrket û Ofîsê Geştyariyê yên Kurdistanê, Ehmed Mihemed Xalid jî ji Rûdawê re ragihand: “Îsal rêjeya geştê ber bi Tirkiyê hinek zêdetir bûye. Dewletên din, standina vîzeyên wan hinek zehmettir bûye. Herwiha îsal pêleke zêde ya sermayê li welatên rojhilatê Ewropayê heye, ji ber wê geştyar zêde berê xwe dane Tirkiyê.”