Karê medyaya elektronîk li Herêma Kurdistanê tê birêkxistin

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rênimayeke nû de, daxwaz ji hemû dezgehên ragihandinê û saziyên ku bi rêya medyaya civakî kar dikin, navên xwe tomar bikin.

26.07.2023, Çar - 07:16

Karê medyaya elektronîk li Herêma Kurdistanê tê birêkxistin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Çap û Belavkirinê di Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de Şêrwan Ebdulla ji ajansa K24ê re got: “Her rûpelek ku karê medyayê bike, divê di heyama 3 mehan de xwe tomar bike, nexwe dê rêkarên yasayî li dijî wan bêne kirin.”

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Çap û belavkirinê Şêrwan Ebdullah ragihand: “Li ser karê medyaya elektronîkî kêmasî heye, başî û bi nebaşiyê ve têkel e. Zêdetirî 10 giliyan li cem me hene, kes malbat û Serdozgeriya Giştî giliyên wan li ser wan rûpelan hene ku nayê zanîn xwediyên wan kî ne û li kû kar dikin, ji ber vê yekê em dixwazin vê yekê sererast bikin.”

Hin rojnameger û xebatkarên medyayê vê gava Wezareta Rewşenbîrî bi gaveke giring dizanin û navên xwe jî li Wezareta Rewşenbîrî tomar kirin.

Berpirsê Dezgeha Medyayî ya Wişe Serbaz Salih got: “Pêwîst e medya berpirsyar be ku li gorî yasayê tevbigere, ji ber ku bêyî çavkaniyeke fermî ya tomarkirinê li cem hikûmetê, nabe karê rojnamevaniyê were kirin.”

Li gor amarên Dezgeha Çap û Belavkirinê heta niha zêdetirî 120 malper û rûpel hatine tomarkirin û bi sedan rûpel û malperên din jî hene ku jêderên wan nediyar in.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:38:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x