Îro Çarşemê 31ê Gulana 2023an li ser cadeya 150 Metrî ya Hewlêrê termê kesekî hat dîtin.
Hêzên ewlehiyê û polîs gihîştin cihê ku cenaze lê hatiye dîtin û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînên destpêkê kirin.
Piştî lêkolînên destpêkê yên li cihê bûyerê, di bin tedbîrên hêzên ewlehiyê de cenaze bo morga nexweşxaneykê hat veguhastin.
Hat ragihandin ku cenaze li kêleka rê hatiye dîtin û wiha dixuye ku bûyereke trafîkê be û otomobîlekê li wî kesî dabe, çimku perçeyên otomobîlê û cama otomobîlê li nêzîk cihê bûyerê hene.
Welatiyekî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, ew kes bi eslê xwe ji Sûriyê ye, navê wî Kamil e û di projeyeke nîştecîbûnê de li nêzî cadeya 150 Metrî ya Hewlêrê şofêrê Krênê bûye.
Bi gotina heman kesî, ew kes ji şevê din demjimêr 20:00an ve wenda bûye û hêzên ewlehiyê ji wê yekê hatibûn agahdarkirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, di dosyeya lêkolînê ya hêzên ewlehiyê de têkildarî kesê ku cenazeyê wî hatiye dîtin, hatiye nivîsandin ku ti kesûkarên wî li vir nîne.