Li Hewlêrê gulle berdan mala endamekî serkirdatiya YNKê

Li bajarê Hewlêrê êrişa çekdarî li mala endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Hacî Mesîfî hat kirin û di encamê de pasevanekî mala wî rayedarê YNKê birîndar bûye.

11.07.2022, Pts - 09:01

Li Hewlêrê gulle berdan mala endamekî serkirdatiya YNKê
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên, îro Duşembê 11ê Tîrmeha 2022an mala endamê serkirdatiya YNKê Hacî Mesîfî li taxa Hewlêra Nû bajarê Hewlêrê rastî êrîşeke çekdarî hatiye.

Soran Hacî Mesîfî, kurê wî rayedarê YNKê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “sibeha îro demjimêr di 02:15 de gulle berdane mala me û heya niha em nizanin biker kê ne.”

Soran Hacî Mesîfî got, “gulle li milekî pasevanekî bavê min ket, lê bi şev neştergerî jê re hat kirin û niha rewşa wî ya tendirustiyê baş e.”

Bi gotina kurê wî rayedarê YNKê, wan dijminatî bi ti kesî re nîne û li ser bûyerê gumana wan li ser ti kesî nîne.

Mala Hacî Mesîfî li taxa Hewlêra Nû ye.

Soran Hacî Mesîfî destnîşan kir, “Me polîs û asayiş agahdar kirine û fermana dadweriyê wergirtine û îro li kamêrayên çavdêriyê mêze dikin û lêkolîn tê destpêkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 632 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:32:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x