Li Şingal'ê dijî sivîlan êriş

Li Komalgeha Xanesorê ya ser bi nahyeya Sinonê ya Şingalê, teqe li otomobîleke hemwelatiyên sivîl hate kirin. Di encama êrîşê de hemwelatiyek hate kuştin û hemwelatiyeke din jî bi birîndarî ji bo Rojavayê Kurdistanê hate veguhestin.

05.08.2017, Cts - 11:28

Li Şingal'ê dijî sivîlan êriş
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî berpirs ku ji wê deverê ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 06.00ê êvara roja Înê 04-08-2017, di nava Komalgeha Xanesorê de, teqe li otomobîla du hemwelatiyên kurd ên xelkê Zûmarê hate kirin. Di encamê de hemwelatiyê bi navê Faris Newaf canê xwe ji dest da û hevalê wî yê bi navê Xidir Ezîz jî birîndar bû. Xidir Ezîz bi otomobîla wî şandine Rojavayê Kurdistanê.”

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkre bike, amaje bi wê yekê kir, ku Xanesor niha di bin kontrola hêzên ser bi PKKê de ye û got: “Ev êrîş ji bo dizîna otomobîla wan hatiye kirin. Çimkî otomobîla wan cure nû bû. Herwiha birîndar jî bi heman otomobîlê veguhestine Rojavayê Kurdistanê. Termê Faris Newaf li nêzîkî Xanesorê hatiye avêtin.”

Li gorî zanyariyan herdu hemwelatî kurd in û ji eşîreta Gergerî ne, nîştecihên navçeya Zûmmarê ne.

Reveberê Nahyeya Sinonê Nayif Seydo ji Rûdawê re ragihand: “Di 2 salên derbasbûyî de nêzîkî 60 kesên sivîl li derdora Şingalê bi êrîşên wiha hatine kuştin lê heta niha ti bikûj nehatine eşkerekirin.”

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:32:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x