Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Cotmeha 2023an, pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier kir.

28.10.2023, Cts - 12:20

Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, guhartinên dawî û pêşhatên rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê, taybet bû bi pêwîstiya dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê bû, bi taybet ku piştî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi data û zanyariyan, şiroveyên pêwîst pêşkêşî Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal kir û pêwîst e Hikûmeta Federal jî mafê darayî yên Herêmê bişîne, ji ber ku êdî nabe mafên mûçexwarên Herêmê bên binpêkirin.

Girîngiya parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê, parastina şandên dîplomatîk û hêzên Hevpeymaniyê beşeke din a guftûgoyên vê hevdîtinê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x