Mesrûr Barzanî: DAIŞ têk jî biçe îdeolojiya radîkal a wan têk naçe!

Şêwirmendê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevpeyvînek da ajansa Routersê û li vir got:"Ji bo ku fikra îdeolojiya radîkal a DAIŞê ji holê rabe, bidûrxistina wan ya ji Mûsilê têrê nake."

06.04.2017, Per - 10:10

Mesrûr Barzanî: DAIŞ têk jî biçe îdeolojiya radîkal a wan têk naçe!
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevpeyvînek da ajansa Routersê û li vir got:"Ji bo ku fikra îdeolojiya radîkal a DAIŞê ji holê rabe, bidûrxistina wan ya ji Mûsilê têrê nake."

Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe de her wiha diyar kir ku bidûrxistina hêzên bingeh ên DAIŞê ya ji Mûsilê bi serê xwe nebes e. Mesrûr Barzanî rojên borî reportajek da Routersê û di roportaja xwe de wiha got:"Tekoşîna li dijî DAIŞê dê tekoşinek demdîrej be. Bi tênê ne aliye leşkerî her wiha ji aliyê aborî û îdeolojîk ve jî dê tekoşinêk domdîrej bê.

Lê bi qedandina DAIŞê jî dê îdeolojiyên radîkal ji holê ranebin." Barzanî da zanin ku hêzên Iraqê û yekîneyên pêşmergeyên kurd di Rojhilata Mûsilê de teroristên DAIŞê paqij dike û bi vî awayî pêş de diçin. Her wî diyar kir ku di operasyonên ku ev 3 heftene berdevam dikin de wan ji 50î zêdetir seyareyên bombebarkirî yên aîdî DAIŞê têk birine. Berpirsê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mensûr Barzanî got:"Terorîstên DAIŞê ji bo xwedêgiravî paytexta xelîfetê bipariz in li Rojavayê Mûsilê vî şerî dikin û hişyariyek jî kir ku li Rojavaya Mûsilê gelek terorîstên DAIŞÊ hene ku li kolanên Mûsilê xwe dihewînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x