Nêçîrvan Barzanî: Em bi rêz û serfirazî şehîdên Qeladizê bibîr tînin

Serokê Herêma Kurdistanê di bîranîna 50 saliya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de radigehîne, “Ev rûpeleke dîroka xwînawî û biazar a gelê Kurdistanê ye ku divê em dersan jê werbigirin û bi yekrêzî û tebayî û bihevrebûna xwe ji bo paşerojeke baştir kar bikin”.

24.04.2024, Çar - 11:58

Nêçîrvan Barzanî: Em bi rêz û serfirazî şehîdên Qeladizê bibîr tînin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 24.04.2024) di bîranîna 50 saliya bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de peyamek parve kir ku tê de hatiye, “Şehîdkirina xwendekar û mamostayên zanîngehê û xelkê sivîl ê Qeladizê zêdetir germatî da can û îradeya berhingarî û rûbirûbûna stem û diktatoriyê û gelê Kurdistanê mukurtir li ser doz û daxwaz û mafên xwe yên rewa berdewamî da xebat û tekoşanê”.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Em îro 50 saliya şehîdbûna bi dehan xwendekar û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê û welatiyên sivîl ên Qeladizê bibîr tînin ku li roja 24ê Nîsana 1974ê bûn qurbaniyên tawaneke din a Rijêma Beis a wê dema Îraqê. Em silavan ji canê wan ê pakij re dişînin, bi rêz û serfirazî wan bibîr tînin û bîranîna wan bixêr.

Şehîdkirina xwendekar û mamostayên zanîngehê û xelkê sivîl ê Qeladizê di êrşeke tirsonekî ya asmanî de zêdetir germatî da can û îradeya berhingarî û rûbirûbûna stem û diktatoriyê û gelê Kurdistanê mukurtir li ser doz û daxwaz û mafên xwe yên rewa berdewamî da xebat û tekoşînê.

Ev tawan û qurbaniyên wê rojê yên Zanîngeha Silêmaniyê li Qeladizê û xelkê şoreşgêr ê wê deverê tenê rûpeleke dîroka xwînawî û biazar a gelê Kurdistanê ye ku divê em dersan jê werbigirin û bi yekrêzî û tebayî û bihevrebûna xwe ji bo heta hetayê rêyê li dubarebûna wê dîrokê bigirin û bi hêvî ji bo paşerojeke baştir kar bikin.

Silav û rêz ji bo canê pakij ê şehîdên Qeladizê û Pişderê û tevaya şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

 Serokê Herêma Kurdistanê

 

Vî nûçeyê tevayî: 152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:14:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x