Omêd Xoşnaw: Agirê bazara Qeyserî ya Hewlêrê hat kontrolkirin

Parêzgarê Hewlêrê ragihand, tîmên Berevaniya Şaristanî yekser gihiştin bazara Qeyserî ya Hewlêrê karîn agir kontol bikin.

06.05.2024, Pts - 10:02

Omêd Xoşnaw: Agirê bazara Qeyserî ya Hewlêrê hat kontrolkirin
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw derengê şeva borî ji rojnamevanan re ragihand, di dema vemirandina agir de çend birîndar hene, lê xweşbextane ku ziyanên canî çênebûne.

Da zanîn jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi berdewamî li ser xetê bû û dilgiraniya xwe ji dubarebûna şewata li bazarên Hewlêrê anî ziman û biryar hat dayîn ku lêkolîn di sedeman û rêgirtina li ber bûyerên bi vî rengî de bê kirin.

Omêd Xoşnaw amaje bi wê yekê kir ku belavbûna agir ji ber xemsariya kasibkaran e ku dikanên xwe nagirin û berdeyan bi ser kelûpelên xwe de nagirin, ji ber vê yekê em ê xebatên birêxistinkirina dikanan bidomînin.

Derbarê asta ziyanan de jî Omêd Xoşnaw got, lêkolîn li ser sedema bûyerê tê kirin û dê asta ziyanan were texmînkirin û piştre eşkere bikin.

Şeva borî 05.05.2024an demjimêr 21:30ê agir bi bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket û tîmên Berevaniya Şaristanî, polîs, asayîş, tenduristiyê, Zêrevanî û Şaredariya Hewlêrê bo kontrolkirina agir gihîştin cihê bûyerê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 166 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:59:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x