Serok Barzanî Chirstmas li Xiristiyanan pîroz kir

Serok Mesûd Barzanî di roja jidayikbûna Pêxember Îsa pîrozbahî li Xiristiyanan kir.

25.12.2023, Pts - 06:26

Serok Barzanî Chirstmas li Xiristiyanan pîroz kir
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî ji bo hatina sersalê û rojbûna Hezretî Îsa peyamek belav kir ku “pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî xwişk û birayên Xiristiyan ên li Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Tevî pabendbûna me ya bi çanda bihevrejiyanê û biratiya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de hêvîdar im xwişk û birayên me yên Xiristiyan hemû cejnên xwe di nav aramî û yekrêziyê de pîroz bikin.”

Di nav çend rojan de cîhan dê xatir ji sala 2023yan bixwaze û bixêrhatina sala 2024an bike.

Nêzîkî 2,14 milyar Xiristiyanên Rojavayî û hin Xiristiyanên Rojhilatî 25ê Kanûna Pêşînê wekî Christmas an jî rojbûna Hz. Îsa qebûl dikin.

Xiristiyanên li çar aliyên cîhanê bi gelemperî di şeva Christmasê an jî roja Noelê de diçin dêrê da ku duayan bikin û sirûdên olî ji bo rojbûna Hz. Îsa bixwînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:33:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x