Serok Barzanî: Kurdistana serbixwe ne xewn û xeyal e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li vemana hêzên Amerîka li Herêma Kurdistanê kir û ragihand, Kurdistana serbixwe xewn nîne û dê hemû hewlên xwe bo yekê bidin.

21.01.2017, Cts - 09:02

Serok Barzanî: Kurdistana serbixwe ne xewn û xeyal e
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî, ku ev çend roj in ji ber civîna Davosê çûye Swîsra, ji rojnameya amerîkî ya “Washington Post” re li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîka gotiye, hevkariya îstixbaratî di navbera me û Amerîka de didome. Em li hêviya alîkariyên serbazî û siyasî yên rêveberiya Trump in emê di şerê DAIŞê de bi îdareya nû re alîkar bin.

Serokê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku derketina hêzên Amerîka ji Iraqê dibe sebeba geşbûna tîrorê û gotiye, em hêvîdar in Amerîka xeletiyek din neke û hêzên xwe ji Iraqê dernexîne.

Mesûd Barzanî pêşwazî li vemana hêzên Amerîka li Kurdistanê kiriye û gotiye, Îran ji her hêz û dewleteke din zêdetir li Iraqê bi bandortir e.

Li ser şerê DAIŞê jî Barzanî gotiye, rêxistina tîrorîstî ya DAIŞê di warê serbazî de gelekî lawaz bûye. Lê mirov nikare vê gavê pêşbîniya wê yekê bike ka dê Mûsilê kengê bi temamî azad bibe. Helbet azadkirina Mûsilê nayê wateya nemana DAIŞê çimkî tirsa wê heye DAIŞ piştî şerê Mûsilê taktîkên din bikar bîne. Şerê DAIŞê tenê şerekî serbazî nîne, şerekî aborî û îdolojî ye jî.

Li ser serxwebûna Kurdistanê jî Barzanî gotiye, Kurdistana serbixwe xewn û xeyal nîne û emê hemû hewlên xwe bo wê yekê bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1000 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x