Serok Barzanî bang li rojnamevanan dike bi awayekî profesyonel erkê xwe yê gihandina rastiyan bicih bînin

Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahî li rojnamevan û xebatkarên medyaya Kurdistanê kir.

22.04.2024, Pts - 14:33

Serok Barzanî bang li rojnamevanan dike bi awayekî profesyonel erkê xwe yê gihandina rastiyan bicih bînin
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, “Rojnameger û xebatkarên medyayê erkekî pîroz û hestiyar li ser milê wan e ku agahdarî, hişyarî, rênîşandan û pêşxistina civakê bikin. Di vê bîranên de, daxwazê ​​ji rojnamevan û xebatkarên medyaya Kurdistanê dikim ku bi awayekî profesyonel erkê xwe ji bo gihandina rastiyan û bihêzkirina çand û hişyariya civak û welatiyan bicih bînin.

Serok Barzanî dibêje: “Pêwîst e rojnamevanên Kurdistanê her dem ji bîr nekin ku medya û rojnamegerî amûrên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me û parastina nasname û mafên gelê Kurdistanê û di heman demê de amûrên parastina nirxan û kûrkirina çanda aştîxwazî, pêkvejiyana û mirovahiyê di nava gelan de ne.”

Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Salvegera Rojnamegeriya Kurdî pîroz be û hêviya serkeftinê ji hemû rojnamevanên kurd re dixwazim.”

Vî nûçeyê tevayî: 85 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:44:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x