Serok Barzanî derbarê hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da

Serok Mesûd Barzanî ragihand ku li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo berjewendiyên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê behsa rêyên hevahengiyê yên berdewam kir.

23.04.2024, Sal - 09:46

Serok Barzanî derbarê hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Serokê Mesûd Barzanî duh li Hewlêrê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeya pê re pêşwazî kir.

Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Serok Barzanî wiha nivîsiye:

Ez îro kêfxweş bûm ku min li Kurdistanê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî kir.

Me ji bo berjewendiyên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê behsa rêyên hevahengiyê yên berdewam kir.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya Bexdayê gihişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeyeke berfireh li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeya pê re pêşwazî kir.

Erdogan bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

 

Vî nûçeyê tevayî: 187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:08:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x