Serok Barzanî ligel Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê civiya

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Tîrmeha 2023an pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir.

24.08.2023, Per - 09:09

Serok Barzanî ligel Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê civiya
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Tîrmeha 2023an pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê nû yê Amerîkayê xweşhaliya xwe ya ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi peywendiyên dîrokî yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda de û rola Serok Barzanî di pêşxistina wan peywendiyan û şerê li dijî terorê bilind nirxand. Herwiha tekezî li ser berdewamiya hevahengî û karê hevbeş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsulusê nû yê Amerîkayê xwast û ronahî xiste li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û metirsiya terorê. Herwiha berdewamiya hevkarî û hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de di şerê dijî terorê û warên din de bi pêwîstî zanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:35:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x