Serokwezîr Barzanî û şandeke Yekîtiya Ewropa li ser hilbijartinên Kurdistanê gotûbêj kirin

ê Herêma Kurdistanê îro li gel konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de derbarê proseya siyasî ya Iraqê, hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

11.09.2018, Sal - 10:34

Serokwezîr Barzanî û şandeke Yekîtiya Ewropa li ser hilbijartinên Kurdistanê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Sêşembî 11ê Îlona 2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de, Nêçîrvan Barzanî û konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê behsa dawîn pêşhatên siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê û amadekariyên bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kirin, ku biryar e di roja 30 Îlonê de were lidarxistin.

Konsul û nûnerên YE yên li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de nîşan dan û hêvî kirin, ku ew prose bi awayekê serkevtî birêve biçe.

Herwiha Konsul û nûnerên YE yên li Herêma Kurdistanê tekezî li ser piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo piroseya siyasî, hilbijartin û pêşxistina jiyana demokrasiyê li Herêma Kurdistanê jî kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de herwiha behsa proseya siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wî welatî hate kirin û rola Herêma Kurdistanê weke hevpareke sereke di pêkanîna hikûmeta nû û proseya siyasî ya Iraqê de bi giringî ve hat nirxandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şandeya Yekîtiya Ewropayê li ser nêrîneke hevbeş bûn ku hilbijartinên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû li Bexdayê bersivderê daxwazên welatiyên Iraqê, ji bo dabînkirina tenahî û seqamgîriyê, misogerkirina xizmetkariyan û pêşxistina welat di hemû waran de, bide.

Berfirehkirin û pêşxistina tîkiliyan û berdewamiya alîkarî û hemahengiya di hemû waran de, gotûbêjkirina rewşa deverê û dawîn pêşhatên wê bi giştî beşeke din a civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya konsul û nûnerên Yekîtiya Ewropayê yên li Kurdistanê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:27:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x