Rêûresma xelatê li avahiya Kongreya DYAyê hate lidarxitin. Vîyan Dexîl piştî ku xelat girt, axaftinek jî kir û bertek da qedexeya vîzeyan ya Serokê DYAyê Donald Trump û got: ‘Ev ne heqiyek mezin e. Em ne terorsît in, em hevalbend in.'
Dexîl di dirêjahiya axaftina xwe de baş kişand ser êşên gelê kurd û kurdên êzidî û iraqiyan û bagn li civaka navneteweyî kir da ku alîkariya wan bikin.
Dexîl got: ‘Ger ne alîkariya hevalên min bûna, ji ber qedexeya vîzeyan ezê niha ne li vê derê bûma' û diyar kir ku jixwe niha ti kes alîkariya gelê ku ji ber şer direvin nakin û tew bi ser de DYA jî deriyê xwe li rûyê wan girt.
Parlementera kurd Dexîl spasiya weqfê kir û bal kişand ser êrişên terorî û wiha pê de çû: ‘Şehîdên li Baregeha Leşkerî ya Speicher, revandina jinên Şîî yên ji Telaferê, komkujiya Elbunemr, koça Xirîstiyan û Şebekan, şehîdên pêşmergeyan… Ev bûyer nîşanî me dide ku, hemû kes di hedefa terorê de ne. Li gel van bobelatan tiştê hatiye serê êzidiyan, bobelata herî mezin e. Ezidî rastî komkujiyê hatin.'
Dexîl di dewama axaftina xwe de hûrgiliyên komkujiya êzidiyan ya ji aliyê terorsîtên DAIŞê kir û got: ‘Di sala 2014an de DAIŞê êrişî gund û bajarên me kir û ji 3 hezaran zêdetir zilam ji êzidiyan kuştin. 6 hezar û 700 jin û keçen êzidî revandin û wan tacîz û tecawiz kirin. wan li bazarên koleyan firotin. Keçek êzidî ya 9 salî li ber çavên malbata xwe rastî tecawizê hat.'
Viyan Dexîl destnîşan kir ku heta niha 2 hezar û 800 jinên êzidî hatine rizgarkirin û wiha dom kir: ‘Hêj 3 hezar 900 jinên êzidî di destê DAIŞê de ne. 420 hezar êzidî di kampan de dimînin. Ji sedî 80ê gund û bajarên me rûxiyane. Herwiha bi dehan gorên komî hatine dîtin.'