Alina Romanowski ji medyaya fermî ya Iraqê re ragihandiye, pêwendiyên ewlehiyê yên navbera Washington û Bexdayê, pişta xwe bi rêkeftina stratejîk ve girê dide, ku pêşkêşkirina perwerde û rahênanê bo Artêşa Iraqê û dayîna şêwira ewlehiyê ye.
Romanowski eşkere kir: “Erkê min ê sereke, pêşkêşkirina piştevaniya hevbeş e, ku di rêkeftina stratejîk de hatiye diyarkirin, em ê hinek xalên vê rêkeftinê jî aktîv bikin, weke guhertina erkê me yê serbazî bo şêwirmendiyê.”
Alina Romanowski tekez kiriye ku erkê sereke yê Amerîkayê li Iraqê jinavbirina DAIŞê ye.