Binêrin Aldar Xelîl ji ENKS çi dixwaze

Aldar Xelîl dibêje :"ji bo ku em welat û gelê xwe biparîzin, divê em amade bin xendekan bikolin û jêrzemînan jî ava bikin, divê em ji bo her tiştekî awarte di amadebaşiyê de bin..."

12.02.2017, Paz - 18:10

 Binêrin Aldar Xelîl ji ENKS çi dixwaze
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê Tev-Dem Aldar Xelîl di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Bûyerpress got, "ji bo ku em welat û gelê xwe biparîzin, divê em amade bin xendekan bikolin û jêrzemînan jî ava bikin, divê em ji bo her tiştekî awarte di amadebaşiyê de bin..." Aldar Xelîl her wiha got, lazime ew xwe ji DAIŞ, rêjîma Sûriyê û Tirkiyê jî biparêzin. Her wiha diyar kir ku ev nayê wê wateyê ku ew ditirsin, lê şoreş û pêvajo ji wan hişyarbûnê dixwaze. Li pêwendiya di navbera tevgera kurdî de, serkirdeyê Tev Dem got, niha amadekariyên baş ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî têne kiri nû ji aliyê wan ve jî hewldan hene. Aldar Xelîl ji şanda ENKS ji bo Cinêvê daxwaz kir ku ew li Cinêvê doza kurdî bikin piştre li ser çareserkirina pirsa Sûriyê kar bikin û îsrarê li ser çareseriya federalî demokratîk bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2089 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x