Bloomberg: Li Sûriyeyê ihtîmala şerê Tirkiye û Amerîkayê zêde dibe

Li gor nûçeyeke televîzyona Bloombergê, operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê û milîsên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a ber bi Minbicê rîska şerê Tirkiye û Amerîkayê zêdetir dike.

05.02.2018, Pts - 05:58

Bloomberg: Li Sûriyeyê ihtîmala şerê Tirkiye û Amerîkayê zêde dibe
Nuçe Belav bike

Bloombergê di nûçeya xwe da ragihand ku ihtîmala derketina şerê navbera leşkerê herdu welatan her diçe zêdetir dibe. Di nûçeyê de tê gotin ku Tirkiye dibe em bi amerîkiyan re hevdîtinan dikin. Amerîkî jî dibêjin em bi tirkan re muzakereyan dikin. Siyasetmedar û leşkerên herdu welatan di nava peywendiyekê de ne.

Di nûçeyê de tê gotin ku lê digel van hevdîtinên siyastmedar û kesayetên leşkerî, ti îşaretên ku herdu endamên NATOyê di mijara bakurê Sûriyeyê li hev kirin an jî çareseriyekê bikin tineye. Meha borî dema Erdogan êrişa herêma kurdan da eleqeya leşkerê Amerîkayê bi vê êrişê tinebû. Lê Erdogan niha dibêje em ê operasyona xwe hetanî Minbicê fireh bikin û got: "Di dorê de kî hebe em ê wan biperçiqînin."

Herwiha li gor dîrektorê şirketa şêwirmendî ya Verisk Maplecroftê ku navenda wê li Amerîkayê ye Anthony Sikinner, têkiliyên herdu welatan pir xirab bûne û ihtimala şerê navbera leşkeran zêde bûye. Li gor Sikinner herdu welat jî di îlankirina xetên sor de hisabên şaş kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1118 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:18:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x