Efrîn: Çekdaran du welatiyên Kurd girtin

Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê li Efrînê 2 welatî bi hinceta ku wan kar bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re kiriye girtin.

15.01.2024, Pts - 07:04

Efrîn: Çekdaran du welatiyên Kurd girtin
Nuçe Belav bike

Çalalakvanê sivîl û mafnasî ji Efrînê Îbrahîm Şêxo ji ajansa Rûdawê re ragihand ku ji 10 vê mehê ve, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê welatiyê Kurd ê bi navê Delîl Mistefa girtiye.

Delîl Mistefayê 32 salî ye û xelkê gundê Maratê yê Efrînê ye.

Çekdaran ew welatiyê Kurd bi wê tometê girtiye ku berê li gel Rêveberiya Xweser a li Efrînê kar kiriye û tevlî hêzên leşkeriya neçar bûye.

Li gorî heman zanyariyan, Delîl Mistefa berî heftiyekê ji bajarê Kobaniyê vegeriyabû Efrînê.

Di heman çarçoveyê de, grûpa çekdar a bi navê “Polîsên Sivîl” (îstixbarat), welatiyê bi navê Hesen Eslan Bekir Kûtê yê 46 salî girtiye.

Hesen Eslan jî xelkê gundê Enqelê yê nahiyeya Şiyê ye û ew roja 4ê vê mehê bi tometa ku berê kar ligel Rêveberiya Xweser û Asayişa wê kiriye hat girtin.

Heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:16:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x