ENKSê ligel Nûnerê Amerîkayê rewşa Efrînê gotûbêj kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Duşemê li bajarê Qamişlo ligel Nûnerê Amerîka ji bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger civiya.

24.10.2022, Pts - 14:48

ENKSê ligel Nûnerê Amerîkayê rewşa Efrînê gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ragihand, di civînê de dawî pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û rewşa nû ya li Efrînê û metirsiya hebûna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) li wê herêmê hatin gotûbêjkirin.

Oso diyar kir jî, wan bi Nûnerê Amerîka ji bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê behsa rewşa aborî û perwerdehî û bandora wan li ser zêdebûna rêjeya koçberiyê ji Rojavayê Kurdistanê kirin û herwiha kiryar û binpêkirinên Ciwanên Şoreşger li hember gelê Rojavayê Kurdistanê bi giştî û êrîşkirina li ser baregeha Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ya li bajarê Qamişlo bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Di heman demê de, Nûnerê Amerîka ji bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger ligel Partiyên Yekîtiya Niştimanî yên Kurdî civiyabû û di civînê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û ya bajarê Efrînê hatin gotûbêjkirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x