Gotina Rojava ji navê fedraliyê hat rakirin

Civîna Encumena Damezrêner a Sîstema Fedraliya Rojava- Bakurê Sȗryê bo roja duyem li bajarê Rimêlanê didome ȗ li ser rakirina gotina Rojava ji navê Fedraliyê bi piraniya dengan hat erêkirin

28.12.2016, Çar - 13:12

Gotina Rojava ji navê fedraliyê hat rakirin
Nuçe Belav bike

Akif Mistefa endamê desteya rêxistinî a encuema damezrêner ji Welat Fm re wiha axivî: Di civîna îro de gengeşe li ser rewşa siyasî bȗ, ȗ niha jî dengdan li ser xalên hevpeymana civakî tê kirin

Mistefa eşkere kir ku di civînê de gelekî li ser navê fedraliyê gengeşe hate kirin lê di dawiyê de tevî ku hin aliyên siyasî nerazîbȗna xwe nîşan dan li ser navê ( Fedraliya Bakurê Sȗryê) bi piraniya dengan hat erêkirin ȗ gotina Rojava jê hate rakirin

Li gorî ku Mistefa da zanîn ku ala fedraliyê hîn nehatiye destnîşankirin ȗ piştî bidawîbȗna civînê hejmarek ji alayan dê radestî encumena damezrêner bibin ȗ ji bo fedraliya Bakurê Sȗryê alayek dê were helbijartin

Herweha Mistefa ragihand ku heta niha ji bo destnîşankirina paytexta fedraliyê jî geftȗgo nehatiye kirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1540 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x