Heyeta ENKSê li Washîngtonê dest bi hevdîtinan dike

Hat ragihandin ku heyeta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) li ser vexwendina Wezareta Derve ya Amerîkayê li Washingtonê ye.

28.02.2017, Sal - 06:25

Heyeta ENKSê li Washîngtonê dest bi hevdîtinan dike
Nuçe Belav bike

Heyet bi serokatiya Serokê Giştî yê ENKSê Îbrahîm Biro û her yek ji endamên Ofîsa Pêwendiyên Derve yên ENKSê Kamîran Haco û Siyamend Haco ye û biryar e îro hevdîtinên heyeta ENKSê bi berpirsên amerîkî re dest pê bikin.

Li gorî zanyariyên berdest, di hevdîtinan de wê rewşa Sûriyeyê bi giştî û ya Rojava bi taybetî were gotûbêj kirin.

Herwiha endamê ENKSê Mihemed Şêxmûs diyar kir ku ew bi vê serdanê geşbîn e û hêvî dike ku guhertinên berbiçav bidest bixin.

Endamê polîtbîroya Pêşverû Ehmed Berekat jî dibêje ku dema şandên kurdî berê xwe bidin welatên mîna Amerîka xwedan bandor gerek hemû aliyên siyasî tê de beşdar bibin û hêvî dike ku ev vexwendin bibe sedema yekrêziya kurdan.

Heyeta Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) bi serokatiya Îbrahîm Biro roja 26ê Sibatê gihişte Washingtonê û biryar e îro li gel berpirsên amerîkî dest bi hevdîtinên xwe bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1021 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x