Hêzên Parastina Sînor dest bi erkê xwe kirin

Hêzeke nû bi navê Hêzên Parastina Sînor bi awayekî praktîkî li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin û wek pêngava destpêkê 250 şervan hatine amadekirin.

29.05.2018, Sal - 08:04

Hêzên Parastina Sînor dest bi erkê xwe kirin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Hesekê yê li kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, pêngava yekem a ji bo damezrandina Hêzên Parastina Sînor dest pê kiriye.

Di çarçoveya hewlên ji bo pêkanîna wê hêza nû li Rojavayê Kurdistanê de, 250 şervanan perwerdeya xwe ya leşkerî qedandin û ji erk re amade bûne.

Şervanên ku di wê xûla perwerdeya leşkerî de beşdar bûne, ji Hesekê, Drêazor û Şedadiyê ne û ew şervan hevinê yekem ê Hêzên Parastina Sînor pêk tînin.

Hêzên Parastina Sînor ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tên amadekirin û Amerîka piştevaniya wê hêzê dike.

Serpereştiyarekî perwerdeya leşkerî ya Hêzên Parastina Sînor li Rojavayê Kurdistanêdiyar dike, ew hêz niha amade ye, ku erkên xwe pêk bîne û sînorên deverê biparêze.

Amerîkayê pêştir ragihandibû, ku dê hêzeke nû ji bo parastina sînorên di bin kontrola HSDê de were avakirin û dabû xuyakirin, ku dê hejmara wê hêzê 30 hezar kes be.

Ragihandina damezrandina hêzeke wisa li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Amerîkayê, rastî nerazîbûna tund a Tirkiyê hatibû û ji ber wê yekê, nakokiyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê tundtir bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 957 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:22:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x