HSD: Li Kobaniyê di bombebarana Tirkiyeyê de 9 sivîl şehîd ketin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Di bombebaran û komkujiya Tirkan a li başûrê Kobaniyê de 9 sivîl şehîd ketin, 2 jî birîndar bûn.”

17.03.2025, Pts - 10:41

HSD: Li Kobaniyê di bombebarana Tirkiyeyê de 9 sivîl şehîd ketin
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di encama êrişa esmanî ya Tirkiyeyê de li başûrê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şeva borî 9 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn.

HSDyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Balafirên dagirkerên Tirk saetên dawî yên şeva yekşemê li başûrê Kobaniyê malbateke cotkar bombebaran kir.

Hejmara şehîdên sivîl ku di encama bombebarana Tirkiyeyê de li navbera gundê Qumçî û Berx Botanê şehîd ketin bû 9 kes ku hemû ji heman malbatê ne.

2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.”

HSDyê di daxuyaniya xwe de navên kesên ku hatine kuştin jî eşkere kirin:

"Ahîn Osman Ebdo

Dîjle Osman Ebdo

Dilovan Osman Ebdo

Yaser Osman Ebdo

Ezîze Osman Ebdo

Salîha Osman Ebdo

Avesta Osman Ebdo

Osman Berkel Ebdo (bav)

Xezal Osman Ebdo (dayîk)

Her wiha Ronîda Osman Ebdo û Narîn Osman Ebdo jî birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê."

Artêşa Tirkiyeyê û komên nêzîkî wê li Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî êriş û bombebaranan dikin ku heta niha gelek sîvilan canê xwe ji dest daye.

Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:42:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x