Li Sûriyê dê di 18ê Îlonê de hilbijartinên encûmenên xwecihî bên kirin

Roja 18ê vê meha Îlonê, hilbijartinên Encûmenên Xwecihî li sûriyê wê bên kirin.

07.09.2022, Çar - 06:53

Li Sûriyê dê di 18ê Îlonê de hilbijartinên encûmenên xwecihî bên kirin
Nuçe Belav bike

Roja 18ê vê meha Îlonê, hilbijartinên Encûmenên Xwecihî li sûriyê wê bên kirin. Di hilbijartinan de, dê endamên Encûmenên Parêzgehan û encûmenên şarederiyan bên hilbijartin.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, di sala 2011ê, ev dyemîn car e hilbijartinên xwecihî tên lidarxistin.

Berbijêrên herêma Efînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo hilbijartinên rêveberiya xwecihî û encûmena parêzgeha Helebê tên destnîşankirin. Rîkaberiya berbijêran dê li ser çar kursiyan be ku dê nûneratiya herêmê di Encûmena Parêzgeha Helebê de bikin.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên taybet bidest xistine, 6 Kurd dê nûneratiya herdû herêmên Kobanî û Efrînê, û bajarokê Til Erenê bikin.

Ji koka 6 endamên Encûmenê 6 dê ji bo berbijêrên Kurd bin

Li Efrînê ji 4 endaman dê 3 Kurd bin

Li Kobanî, ji 4 endaman dê 2 Kurd bin

Li Til Erenê yek endam dê Kurd dibe

Niwêran Berazî, Endamê Encûmena Parêzgeha Helebê di xola borî de û berbijêr vê Xolê û xelkê Kobanî ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, girîng e xelk nûnerên xwe hilbijêrin da ku xizmeta wan bikin.

Pazrêzgeha Helebê, mezintirîn parêzgeha Sûriyê ye ji aliyê hejmara nişteciyan ve. Ew ji bilî bajêr, 9 herêman li xwe digire. Di nav de, herêma Kobanî ya Rojavayê Krdistanê ku her du nahiyeyên Erebnişîn Şêxler û Sirîn li xwe digire û kursiyên wê nîv bi nîv di navbera Kurd û Ereban de hatine dabeşkirin. Herwiha jî, herêma Efrînê ku berî dagîrkirinê ji sedî 95 nişteciyên wê Kurd in û kursiyên wê bi rêjeya 3 ji bo Kurd û 1 ji bo Ereb hatine dabeşkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:25:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x