Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê yên li ser Efrînê şermezar kirin û bang li raya giştî ya navdewletî kir ku têkevin nav tevgerê de.
PYDê bang li hêzên navdewletî kir ku, li hember bombebarankirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê ve têkevin nav tevgerê de.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku, heke Tirkiye operasyoneke berfireh li darbixe, herêmê din yên ku ji aliyên kurdan ve tên kontrol kirin dê piştgiriya PYDê bikin û dê Efrîn bi tenê nemine.