"Amerîka li Sûriyê petrola Kurdan diparêze"

Li ser petrola rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, çend armancên Amerîkayê bi rêkeftina li gel Kurdan hene, ku ev armanc di berjewendiyên her du aliyan de ne.

14.08.2020, Cum - 13:48

"Amerîka li Sûriyê petrola Kurdan diparêze"
Nuçe Belav bike

Jack Detsch, peyamnêrê kovara Foreign Policy yê li Pentagonê, di hejmara meha Tebaxê de li ser rêkeftina Amerîka û Kurdan li rojavayê Kurdistanê raportek belav kiriye.

Sernavê raportê wiha ye: "Amerîka li Sûriyê petrola Kurdan diparêze", Jack Detsch behsa wê yekê dike ku rayedarên niha û berê, li ser wê yekê rijd in û piştgirî didin, Amerîka dê piştevaniya pêşvebirina kêlgehên petrolê yên Sûriyê bike.

Li gor raportê, rayedarên Amerîkayê zextê li Wezareta Bergiriyê û Wezareta Derve dike, da ku hêzên Amerîkayê li herêmê li dijî DAIŞê şer bikin û ji bo Kurdan aştî û aramiyê pêk bînin.

Rêkeftina navbera kompaniya Delta Crescent Energy û Kurdan ji bo nûkirina kêlgehên petrolê yên Sûriyê, bûye sedema nîqaşa hemû hêzên herêmê.

Ev rêkeftin, yekem car di çarçoveya civîneke Encûmena Pîran de di navbera Lindsey Graham, Senatorê Komariyan û Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê de bi hûrgilî li ser hat axaftin.

Li gor rayedarên niha û berê yên Amerîkayê, ev rêkeftin rejîma Beşar Esed ji qezencê bêpar dike û para wê ya mezin jî dê ji Kurdan re bimîne, herwiha ev rêkeftin wisa dike ku hêzên Amerîkayê heta demeke dirêj li ser erdê herêmê bimîne, ku heta niha qadeke gelek aloz û bi kêşe ye ji bo hêzên Amerîkayê.

Rayedarekî berê yê Amerîkayê ji kovara Foreign Policy re diyar kiriye; dibe ku Pentagon û Wezareta Derve hincetekê bidin Donald Trump ji bo mana hêzên Amerîkayê li herêmê. Herwiha dibêje: “Kurd zêdetir pêdagirî li ser rêkeftinê kirin, da ku hêzên Amerîkayê herêmê terk nekin. Ev weke diyarî ye ji bo mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyê.”

Rayedarekî ji Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, di raportê de gotiye: “Heta niha Amerîka bi hewldana Wezareta Derve, li Sûriyê maye, ev jî bi hinceta rêkeftina li ser peymana petrolê li gel Kurdan e.”

Herwiha dibêje: “Ev pêngava Amerîkayê, Tirkiye nîgeran kiriye, çimku Tirkiye heta niha jî nearam e ku hewldanên Amerîkayê ji bo alîkariya Kurdan di çarçoveya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de berdewam e, ku ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û heta vê demê jî Amerîka û Ewropayê, ew ji lîsteya terorê dernexistiye.”

Rayedarên Amerîkayê di wê baweriyê de ne ku peymana petrolê alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike ku jiyana xwe ya siyasî bidomînin, ku beşeke mezin a vê hêzê ji Kurdan pêk tê.

Amerîka bingeha vî karê xwe li ser wê yekê ava kiriye ku hevpeymaneke wê hebe ji bo li dijî DAIŞê li Sûriyê, ew jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e, ku ew bi xwe niha petrola Heseke û Dêrezorê diparêzin.

Nicholas Heras, pisporê Rojhilata Navîn li Peymangeha Lêkolînan a Gel ku navenda wê li Waşintonê ye, dibêje: “Amerîka bi hêdî û li ser xwe dixebite ji bo birîna destê rejîma Esed û Rûsyayê ji ser petrola Sûriyê, heta ku alternatîvek ji bo rejîma Esed çêbibe.”

Kêlgehên petrolê yên Sûriyê ji ber şer û pevçûnên li herêmê û DAIŞê, gelek zirar dîtine. Li gor çavkaniyeke kovara Foreign Policy, %60 kêlgehên petrolê yên rojhilatê Sûriyê, divê werin nûkirin, Kurdan jî rizamendî nîşan daye ku bi qezenca firotina wê petrolê, herêma xwe ava bikin.

Li gor wê çavkaniyê, berî niha Amerîkayê rizamendî nîşan dabû ku du palawgehên gerok ji bo kêlgehên petrolê yên li bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dabîn bike.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 911 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:11:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x