Raport dibêje, ew erebên ku bo Efrînê hatine veguhastin, ew erebên Sûrî ne ku aware bûne û ji ber şerê li Sûriyê çûbûne Tirkiyê û niha li Efrînê hatine bicihkirin.
Rêxistina Seasefire ku rêxistineke Berîtanî ye û di warê mafên mirovan de kar dike, bi hevbeşî ligel Rêxistina YASA ya bo Lêkolîn û Şêwirmendiya Yasayî, ku rêxistineke Kurdî ye, raportek derbarê rewşa Efrînê piştî operasyona Tirkiyê bo ser wê herêmê belav kiriye û di raportê de tê gotin, demografyaya Efrînê bi temamî hatiye guhertin.
Herdu rêxistinên Seasefire û YASA raporta xwe li ser bingeha hevdîtina ligel 120 kesên ji herêma Efrînê amade kirine û tê de amaje bi hin amaran hatiye kirin. Di raportê de tê gotin, berî êrîşa Tirkiyê 200.000 kes li Efrînê dijiyan ku 92% ji wan Kurd bûn, lê di dema dagîrkeriya Tirkiyê de 137.000 kes bajarê xwe vala kirine û koçber bûne.
Raport amaje bi wê yekê dike, beşek ji kesên ku ji ber operasyonaTirkiyê bajar vala kiribûn, xwastine vegerin Efrînê lê belê çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê rê nedane wan yan jî bi bertîl û ruşwetê rê dane ku ew vegerin.
Herdu rêxistinên Seasefire û YASA di raporta xwe ya hevbeş de dane xuyakirin, Tirkiyê rê li pêş guhertina demografiya Efrînê xweş kiriye û rê xweş kiriye ku erebên zêdetir biçin wê herêmê, lewma jî niha rêjeya Ereb û Tirkmenan li Efrînê gelek zêde bûye û herdu pêkhate bi hev re 50% heta 70% nifûsa bajêr pêk tînin.
Raport dibêje, ew erebên ku bo Efrînê hatine veguhastin, ew erebên Sûrî ne ku aware bûne û ji ber şerê li Sûriyê çûbûne Tirkiyê û niha li Efrînê hatine bicihkirin.
Herwiha di raportê de tê gotin, hejmarek malbatên Tirkmenên Iraqê ku xelkê Til Eferê ne li Efrînê hatine niştecîkirin, ji bilî wan hejmarek malbat û kesûkarên çekdarên ser bi Ketîbeya Sultan Murad jî li Efrînê hatine bicihkirin, ku malên Kurdên Efrînê dagîr kirine û li nav Efrîn û gundên derdora wê dijîn.
Di beşeke din a wê raporta berfireh de, herdu rêxistinan diyar kirine ku Tirkiyê rê daye çekdaran ku malên Kurdan li Efrînê bifiroşin û amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku malên Kurdên xelkê Efrînê bi 3000 heta 5000 dolarî hatine firotin.
Raport herwiha behsa wê yekê dike, ku di dema êrîşên Tirkiyê de di navbera herdu mehên Adar û Nîsana 2018an de 699 kesên sivîl hatine kuştin.
Herdu rêxistinan ragihandine, di dema êrîşê de, Tirkiyê ew navçe jî bombebaran kirine ku xelkên sivîl lê hebûne û di wê çarçoveyê de jî 4 navçeyên cihê niştecîbûna sivîlan li nav bajarê Efrînê û 6 gundên derdora Efrînê bombebaran kirine û li wan cihan jî xelkên sivîl hatine kuştin.
Li gor raporta navborî, dagîrkeriya Tirkiyê bûye sedema wêrankirina dibistan, navendên tendirustiyê, nexweşxane û jêrxana gişît ya bajêr.
Di raportê de hatiye gotin, ku Tirkiyê bînaya Dadgeha Efrînê kiriye binkeya sereke ya serbazî û istixbaratî û yekîneyên serbazî yên din jî li cihên cuda cuda yên bajêr bicih kirine, ew ji bilî hêzên ser bi opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike.
Herwiha li gor raportê, tenê di meha paş dagîrkirina Efrînê, Tirkiyê dest bi rahênana xelkê sivîl kiriye û navên 620 kesên sivîl hatine tomarkirin û paşê Tirkiyê ew kirine polîs û li nav Efrînê di jêr serpireştiya Tirkiyê de kar dikin û navê wan kriine Polîsê Serbazî yê Efrînê. Herwiha nêzîkî 5000 polîsên serbazî yên din girtine kar ku erkê wan parastina sînorên Efrînê ye.
Zêdebarî wan binpêkariyan, raport behsa wê wê yekê jî dike, ku hêj revandin û îşkencekirina Kurdan li Efrînê berdewam e û tekez dike, herî nû 47 kêysên nû hatine tomarkirin ku nîşan dide, Kurd ji aliyê ketîbeyên cuda yên ser bi çekdarên opozisyonê ve hatine revandin, îşkencekirin û hatine kuştin.
Dizîkirin û talankirin tawaneke din a çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê ye û raport amaje bi çendên dosyeyên talaniyê dike, ku çekdaran li nav Efrînê li hember mal û milk ên kurdên xelkê Efrînê kirine.
Birrîn û şewitandina darzeytûnên Efrînê yek ji binpêkirinên din ên Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê li Efrînê ye.
Di demekê d eku berî êrîşa Tirkiyê, 26 milyon darzeytûn li Efrînê hebûn, ku temenê hinekan zêdetirî 100 salî bûye û dahata wan darzeytûnên Efrînê salane 30 milyon dolar bûye, lê li gor raportê piştî dagîrkariya Tirkiyê, cotkar nikarin serederiyê li gel baxên xwe yên zeytûnan bikin û niha Tirkiye dahata zeytûnên Efrînê bo welatê xwe dişîne.