Hat îdiakirin ku bi serperiştiya efserên pile bilind ên Rûsya hevdîtin di navbera berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hin efserên pile bilind ên artêşa Sûryê de li gundewarê Efrînê hate lidarxistin.
Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand, berî ragihandina hebûna hêzên Rûsyê li Efrînê hevdîtin di navbera hin berpirsên YPG yên Li Efrînê û evserên pile bilind ji Heres Cimhûrî yên artêşa Sûryê li xwaringeha Emanos li navçeya Meydankê ya ser nahiya Şerrana ser bi herêma Efrînê ve hate lidarxistin.
Çavkaniyê got, aliyê Rûsî pêşniyar kir ku ala hikûmeta Sûryê li ser tevaya dezgehên fermî li Efrînê digel alên rêveberiya xweser werin bilindkirin, lê aliyê hikûmeta Sûriyê ev yekê red kir, bi hinceta ku hikûmeta Sûriyê îtirafê bi Rêveberaya Xweser nake.
Derbarê vê hevditinê de, Endamê Nûnerayetiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Fethulle Husênî ji Rûdawî re ragihand ku ti agahî derbarê vê mijarê di destê wan de tune ne.