Tirkiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê wesayitek bombebaran kir

Li Rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo-Dêrikê bombebaran kir.

18.01.2023, Çar - 12:31

Tirkiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê wesayitek bombebaran kir
Nuçe Belav bike

İro Çarşemê 18ê Çileya 2023an balafireke bê firokevan a Artêşa Tirkiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê otomobîlek kiriye armanc.

Li gor agahiyan, êrîş li nêzîk gundê Maşûqê li rojhilatê bajarê Tirbespiyê hatiye kirin.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser jî ragihandiye, droneek Tirkiyê li cem rawestgeha “Arî” ya li xaçrêya gundê Maşûqê (7 km li rojhilatê Tirbespiyê) li erebeyekê daye.

Derbarê zirarên êrîşê de ti agahî nehatine bidestxistin.

Nehatiye zanîn ku otomobîla ku hatiye armanckirin ya welatiyên sivîl bûye yan a ser bi Rêveberiya Xweser û hêzên ser bi rêveberiyê ve ye.

Asayişa Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyanî belav nekirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:43:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x