Dukandarên Bokanê û Mihabadê di salvegera qetilkirina Qasimlo de grev kirin

Li gorî dîmenên ku ji aliyê çend saziyên mafên mirovan ve li ser tora civakî belav bûne, serê sibeha îro Pêncşemê dukandarên bazarên Bokanê û Mihabadê di 34emîn salvegera qetilkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo de dukanên xwe venekirin û grev kirin.

14.07.2023, Cum - 06:00

Dukandarên Bokanê û Mihabadê di salvegera qetilkirina Qasimlo de grev kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya hejmarek saziyên sivîl, dukandarên bazarên Bokanê û Mehabadê ji bo 34emîn salvegera terorkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo bêyî ku ti partî yan jî saziyek daxwazê ji wan bike grev kirine.

Îro 34 sal bi ser terorkirina Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Dr. Ebdurehman Qasimlo re derbas dibe ku li bajarê Viyana ya paytexta Awûsturyayê di dema danûstanên bi nûnerên Komara Îslamî ya Îranê de hat terorkirin.

Dr. Ebdurehman Qasimlo ji sala 1971an heta dema ku di 13 Tîrmeha 1989an de şehîd bû, 18 salan kesê yekem ê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bû.

Ebdurehman Qasimlo li gundekî nêzîkî bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, li Urmiye, Tehran, Parîs û Pragê xwendiye û doktora di zanista aborî de wergirtibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x