Li çend bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî sêdaredana 3 girtiyên siyasî yên Kurd û herwiha êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên HDK û PDKÎyê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê îro ketin greveke giştî û dikandar û bazariyan dikanên xwe nevekirin. Berpirsekî PDKÎyê jî dibêje, cara yekem e ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi hev re daxwazekê ji welatiyan bikin.
Îro Çarşemî 12ê Îlona 2018 ku ji aliyê çalakvan, rewşenbîr û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve weke roja kempîna greva giştî hatibû ragihandin, li bajarên Bokan, Şino, Pîranşar ên li parêzgeha Urmiyê û bajarên Sine û Merîwan û Bane yên li parêzgeha Sine û çend bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir.
Xelkê wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke nîşandana nerazîbûna xwe li hember sêdaredana girtiyên siyasî yên Kurd û herwiha êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) dikanên xwe nevekirin û neçûne ser kar. Bazarên wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê girtî ne û xelk ji malên xwe man û nederketine derê.
Berpirsê Pêwendiyên PDKÎyê li Silêmaniyê, Fuad Xakî jî ji Rûdawê re ragihand, cara yekem e ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwazeke hevbeş arasteyê welatiyên Rojhilatê Kurdistanê dikin û wan jî pêşwazî li vê daxwazê kiriye û ketine greva giştî
Fuad Xakî herwiha dibêje, greva giştî ji îro serê sibehî ve dest pê kiriye û niha bazarên piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê girtî ne. Wî berpirsê PDKÎyê da xuyakirin, ku ew nerazîbûna li Rojhilatê Kurdistanê seranserî ye.
Hevdem îro li ber baregeha ofîsa Netewên Yekgirtî li Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê jî, hejmarek ji çalakvanên Kurd û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kombûneke nerazîbûnê birêve birin. Di vê çalakiyê de, kesên beşdar çend dirûşm li dijî Îranê bilind kirin û nerazîbûna xwe li hember êrişên Îranê bo ser baregehên HDK û PDKÎyê nîşan dan.
Roja şembiya vê heftiyê Supaya Pasdaran a Îran êrişeke mûşekî kire ser baregehên her du aliyên demokratan li navçeya Koyê ya Başûrê Kurdistanê, ku di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn, ku hejmarek ji birîndaran jin û zarok bûn.