Kurdên li Îsraîlê wê bi awayekî fermî Newrozê pîroz bikin

Kurdên li Îsraîlê li bajarê Orşelîmê yê wî welatî ji bo Newrozê rêûresmeke fermî li dar dixin.

19.03.2017, Paz - 07:45

Kurdên li Îsraîlê wê bi awayekî fermî Newrozê pîroz bikin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Rûdawê kurdên li Îsraîlê li bajarê Orşelîmê yê wî welatî ji bo Newrozê rêûresmeke fermî li dar dixe.
Hat ragihandin ku wê îsal li bajarê Orşelîmê pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin û hat gotin ku niha amadekariyên ji bo pîrozbahiyê tê kirin.

Amadekarî ji aliyê kurdên li Îsraîlê ve tên kirin û gelek Îsraîlî jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatin vexwendan û her wiha netewên wekî Ermen û Rûs jî wê beşdarî pîrozbahiyan bibin.

Hêjayî gotinê ye ku ev 5 sal in li Îsraîlê Newroz ji aliyê kurdan ve bi awayekî fermî tê pîrozkirin.

Li Îsraîlê zêdetirî 300 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn. Ew kurdên cihû ji ber 2 şepolên di salên 1948 û 1951an de ber bi Îsraîlê koç kirin, ku piraniya wan jî ji Herêma Kurdistanê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:20:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x