Li Wanê festîvala fîlman: 14 fîlmên Kurdî têne nîşandan

Chalak Events, li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, bi navê "chalaKINO" dest bi nîşandana fîlman û gotûbêjên li gel derhêneran dike.

02.08.2023, Çar - 07:37

Li Wanê festîvala fîlman: 14 fîlmên Kurdî têne nîşandan
Nuçe Belav bike

Chalak Events dê navbera 5ê Tebaxê û 14ê Çiriya Pêşîn li Wanê 14 fîlmên cuda yên Kurdî pêşkeşî sînemahezan bike.

Dê di çarçoveya projeya Chalak Evetnsê de, 9 filmên metrajdirêj û 5 kurtefîlm dê bêne nîşandan û dê bi derhênerên van fîlman re gotûbêj bêne kirin.

Chalak Evetns dê herwiha 6 çalakiyên wekî gotûbêj, semîner û atolyeyan jî li dar bixe.

Fîlm dê li salona Şano Wanê bêne nîşandan û gotûbêjên li gel derhêneran jî dê bi awayê online bin.

Chalak Evetns bi vê projeya xwe dixwaze di nava xwendekarên sînemayê, sînemaçêkeran û temaşevanan de bibe pirek daku ew karibin ji ezmûnên hev sûdê wergirin û di nava wan de civatek ava bibe.

Chalak Evetns, sala 2017an ewil li Stenbolê paşê jî li Wanê (2018) û Amedê (2022) wekî platformeka xwendekarên Kurd hatiye avakirin

Platforma ku zêdetir meyla xwe dide ciwanan, çalakiyên têkildarî çand, huner, wêje û ziman li dar dixe.

Tevahiya bernamaya Chalak Evetnsê ya Wanê wiha ye:

Nîşandana fîlman û gotûbêjên online

5ê Tebaxê:

Behr Rabû (Emîr Xulamî), Navnîşan (Aram Dildar), Şiwênpence (Zanyar Mihemmedîniku), Bêdeng (Rêzan Yeşîlbaş)

Nîşandana Fîlman (Kurtefîlm), Saet 18.00

Gotûbêj ligel Emîr Xulamî, Saet 21.00

Mêvan: Aram Dildar, Zanyar Mihemmedîniku, Rêzan Yeşîlbaş

Civatgêr: Roniya Çalî

12ê Tebaxê:

'Bîranînên Hespê Reş - Şehram Elîdî' Nîşandana Fîlmê (Metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj li gel Şehram Elîdî, Saet 21.00

Civatgêr: Rowal Navgundî

19ê Tebaxê:

'Mandoo – Îbrahîm Saedî' Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj li gel Îbrahîm Saedî, Saet 21.00

Civatgêr: Zanyar Mihemmediniku

26ê Tebaxê:

'Cîran - Mano Xelîl' Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj ligel Mano Xelîl, Saet 21.00

Civatgêr: Bîlal Korkut

2ê Îlonê:

'Xanîyê Bêban - Solîn Yusif' Nîşandana Fîlmê (Metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj ligel Solîn Yusif, Saet 21.00

Civatgêr: Fatoş Yildiz

9ê Îlonê:

'Bîraxane – Bîlal Korkut' Nîşandana Fîlmê (Metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj li gel Bîlal Korkut, Saet 21.00

Civatgêr: Yehya Omerî

16ê Îlonê:

'Ezmûn - Şewket Emîn Korkî' Nîşandana Fîlmê (Metrajdirêj), Saet 17.00

Gotûbêj û Mastercalass li gel Şewket Emîn Korkî , Saet 19.15

Civatgêr: Havîn Kiye

23ê Îlonê:

'Di Navberê De – Elî Kemal Çinar' Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 17.00

Gotûbêj li gel Elî Kemal Çinar, Saet 19.15

Civatgêr: Mihemed Şarman

30ê Îlonê:

'Govenda Elî û Dayika Zîn - M. Alî Konar' Nîşandana Fîlmê (Metrajdirêj), Saet 17.00

Gotûbêj ligel M. Elî Konar, Saet 19.15

Civatgêr: Hasan Bayam

7ê Çiriya Pêşîn:

'Zer - Kazim Oz' Nîşandana Fîlmê (Metrajdirêj), Saet 17.00

Gotûbêj û Masterclass li gel Kazim Oz, Saet 19.15

Civatgêr: Remezan Kaya

14ê Çriya Pêşîn:

'Aforoz' Nîşandana Fîlmê, Saet 17.00

Gotûbêj û Semîner li gel Yılmaz Ozdil , Saet 17.30

Civatgêr: Armanc Dayan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:30:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x