Belgefîlmek derbarê derketina hizra hinardekirina hinaran bo derveyî welathına

Belgefîlmê hinardekirina hinaran ku şeva borî li ser ekrana Kurdistan24ê hat weşandin, behsa çawaniya derketina hizra hinardekirina hinaran bo derveyî welat dike, weke yek ji planên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û bazarkirina berhemên navxweyî.

25.01.2023, Çar - 07:11

Belgefîlmek derbarê derketina hizra hinardekirina hinaran bo derveyî welathına
Nuçe Belav bike

Wek di belgefîlmê de hatiye nîşandan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi nerazîbûnên sala 2017an ên cotkarên Herêma Kurdistanê dike ku ji ber nefirotina berhemên xwe, berhemên xwe yên çandiniyê avêtin kolanan. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa wê dike ku ew pir ji ber dîtina wê dîmenê xemgîn bû ku ev jî xala destpêkê bû ji bo hizra hinardekirina berhemên navxweyî li derveyî welêt.

Her wiha cotkarên deverên cuda yên Herêma Kurdistanê di wî belgefîlmî de behsa berhemanîna hinaran dikin ku ji Zaxo heta Helebce, ew yek ji berhemên herî xweş û nayab ên çandiniyê yên bax û zeviyên Herêma Kurdistanê ye, ev yek jî hander bû ku Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek yekem pêngav, dest bi hinardekirina berhemên hinarên Kurdistanê bo derveyî welat bike, wek proseyeke stratejî ya demdirêj.

Di beşeke din ya wî belgefîlmî de behsa hewldan, serdan û hevdîtinên Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji bo dîtina bazarên guncaw ji berhemên çandiniya navxweyî yên Herêma Kurdistanê re li derveyî welat.

Ji aliyekî din ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa giringîpêdana Kabîneya Nehemîn bi sektora çandiniyê û veberhênana di vî warî de dike û diyar dike ku ji bilî zêdekirina hilberîna navxweyî ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê, veberhênana di sektora çandiniyê de, dê bibe sedema çavkanî ji bo aktîvkirina sektorên din û peydakirina derfetên kar ên zêdetir di hemû sektoran de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:21:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x