Li Herêma Kurdistanê di 6 mehan de 3 hezar kes bi penceşêrê ketine

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de, nêzîkî 3 hezar kesên ku bi penceşêrê ketine hatin tomarkirin û cureyên penceşêrê yên herî zêde hatine dîtin bi rêzê ve kansera memikan, cerg, kolon û prostatê ne.

09.07.2023, Paz - 19:34

Li Herêma Kurdistanê di 6 mehan de 3 hezar kes bi penceşêrê ketine
Nuçe Belav bike

Ji haletên penceşêrê yên ku bi fermî hatine tomarkirin, 800 kes li Hewlêrê, hezar û 485 li Silêmaniyê û Helebceyê û 700 kes jî li Duhokê pê ketine.

Rêveberê Nexweşxaneya Nanekelî ya Hewlêrê ku di warê penceşêrê û nexweşiyên xwînê de xizmetê dide Dr. Herdî Cebar ji Rûdawê re got, “Îsal tenê li nexweşxaneya me 800 nexweşên penceşêrê hatine tomarkirin.”

Dr. Herdî Cebar diyar kir ku di sala 2022an de herî kêm hezar û 200 kesan ji bo kemoterapiyê serî li wan dane.

Li Silêmaniyê û Helebceyê hezar û 485 haletên penceşêrê hatin dîtin

Serokê Beşa Amaran a Nexweşxaneya Hîwayê tekane nexweşxaneya penceşêrê ya dewletê ye li Silêmaniyê Mihemed Ebdulwehab got, “Ji serê vê salê û vir ve hezar û 485 haletên nû yên penceşêrê li nexweşxaneya me hatine tespîtkirin.”

Ji ber ku li Helebceyê nexweşxaneyeke ku dermankirina penceşêrê pêşkêş bike nîne xelkê Helebceyê li Nexweşxaneya Hîwa ya Silêmaniyê têne dermankirin.

Li Duhokê herî kêm 700 haletên penceşêrê hatine dîtin

Cîgirê Serokê Navenda Penceşêrê ya Duhokê Dr. Çekdar Ehmed jî ji Rûdawê re got, “Îsal li navenda me ya tenduristiyê herî kêm 700 nexweşên penceşêrê hatine tomarkirin. Sala borî hezar û 430 halet hatibûn dîtin.”

Pisporê Penceşêrê Dr. Çekdar Ehmed diyar kir ku li Herêma Kurdistanê herî zêde cureyên penceşêrê yên wek memik, cerg, kolon û prostatê têne dîtin.

Li Herêma Kurdistanê di salên 2020 û 2021an de hejmara kesên ku bi penceşêrê ketine wiha bû:

Sala 2020an

Hewlêr: 3 hezar û 50 kes

Silêmanî: 2 hezar û 543 kes

Duhok: 700 kes

Sala 2021an

Hewlêr: 3 hezar û 808 kes

Silêmanî: 3 hezar û 80 kes

Duhok: Hezar û 16 kes

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:30:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x