Rêvebirin PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kırıcı li Balafirgehega İzmîrê Hatin Girtin
Ji Partîya Azadîya Kurdistan (PAK) daxuyanîyek li derheqa girtine rêvebirina partîyan hat kirin û kopîyek jî gihişt destê Nerînaazadê. PAK girtina hevalên xwe şermezar kir û berdena wan daxwaz kir.
Daxuyanîya PAK'ê bi vî awahî ye:
"Rêvebirin PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kırıcı li Balafirgehega İzmîrê Hatin Girtin
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen û endamê Meclîsa PAKê Siraç Kırıcı, roja 22.11.2018an, gava ku ji Almanyayê dihatin Tirkîyeyê, li Balafirhega İzmîrê hatin girtin.
Nuha hevalên me li Emnîyetê li benda îfade dayînê ne.
Sebebê girtina wan ne dîyar e.
Parêzer bi wan eleqedar dibin. Îro wê wan derxînin pêşberî dozgeran.
Em girtina her du hevalên xwe şermezar dikin. Divê demildest bêne berdan."