CENTCOM: Li ser erdhejê em bi HSDê re di nava hemahengiyê de ne

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew li ser erdhejê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re di nava hemahengiyek nêzîk de ne.

09.02.2023, Per - 06:01

CENTCOM: Li ser erdhejê em bi HSDê re di nava hemahengiyê de ne
Nuçe Belav bike

Di erdhejên 7.7 û 7.6 ku navenda wan li navçeyên Bazarcix û Elbîstanê yên Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, hejmara kesên ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan heta niha 13 hezar kesan derbas kir.

Di daxuyaniya CENTCOMê de, ku ji ber erdheja ku li Tirkiye û Sûriyê pêk hat, sersaxî hat xwest û di 7ê Sibatê de hatibû diyarkirin ku li navenda CENTCOMê ya li Tampa ya eyaleta Florîda ji bo piştgiriyê bidin kesên ku ji erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê mexdûr bûne, tîmeke xebatê hatiye avakirin.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Ji bo piştgiriyê ji Tirkiyeyê re bişînin, em ji nêz ve bi Fermandariya Amerîka ya li Ewropayê re jî dixebitin. Serokatiya CENTCOM; Wezareta Berevaniyê, Wezareta Derve, Ajansa Pêşvebirina Navdewletî ya Amerîkayê ji nêzîk ve bi hevkarê me Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hevahengiyê dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:15:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x