McCain: Ji bo têkçûna DAIŞê divê Amerîka bi Tirkiyeyê re bixebite

Senatorê Arîzonayê û yek ji navê girîng ê Partiya Komarparêz ê Amerîkayê John McCain ji bo têkçûna DAIŞê divê Washîngton bi Enqereyê re bixebite.

21.02.2017, Sal - 06:47

McCain: Ji bo têkçûna DAIŞê divê Amerîka bi Tirkiyeyê re bixebite
Nuçe Belav bike

Serokê Komîteya Xizmetên Çekdarî yê Senatoyê John McCain ji bo ku li Enqereyê ji terefê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve hatibû pêşwazîkirin daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Senatorê komarparêz di daxuyaniya xwe de ragihand ku wî bi Serokomar Erdogan re hevdîtineke germ û berhemdar pêk aniye.

McCain di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di bingeha nirxên demokratîk ên hevpar de min tim tifaqa Tirkiye û Amerîkayê parastiye. Di vê dewra ku li Ewropa û li Rojhilata Navîn bênîzamî zêde bûye de hevkariya Tirkiye û Amerîkayê ji her demê pêwistir e."

Li gorî daxuyaniya McCain di hevdîtina Erdogan de herî zêde li ser mijara Sûriyeyê dan û standin pêk anîne.

Senatorê amerîkî di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser rêvebiriya nû ya Washîngtonê û got: "Guherîna rêvebiriya Amerîkayê ji bo nirxandina polîtîkaya heyî ya Sûriyeyê firsendeke girîng dide me."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1032 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x